Serok Barzanî: Hilbijartin di ceribandineke din a demokrasiyê de serkeftina Herêma Kurdistanê bû

20 October 2024 22:29 0 dîtin
Serok Barzanî: Hilbijartin di ceribandineke din a demokrasiyê de serkeftina Herêma Kurdistanê bû

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: Serkeftina hilbijartinên gera şeşem a Parlamentoya Kurdistanê serkeftina Herêma Kurdistanê bû di ceribandineke din a demokrasiyê de.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî bidawîbûna hilbijartinên dewra 6an a Parlamentoya Kurdistanê peyamek nivîskî weşand.

“Serkeftina hilbijartinên dewra şeşan a Parlamentoya Kurdistanê, serkeftina Herêma Kurdistanê bû di ceribandineke din a demokrasiyê de. Serokwezîr pîrozbahî li hemû pêkhate û hemwelatiyên Herêma Kurdistanê kir û spasiya welatiyan û bi taybet malbatên şehîdan kir ku “berxwedan û beşdariya aktîf bûne”.

Serokwezîr Barzanî herwiha spasiya komisyona bilind a serbixwe ya hİlbijartinên Iraqê kir ji bo birêvebirin û serpereştiya proseya hilbijartinan û got, em nîgeran bûn ku gelek welatî ji ber pirsgirêkên teknîkî nekarin dengê xwe bidin. Ji ber vê yekê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan û garantîkirina mafê dengdana her welatiyekî di hilbijartinên bê de divê xebateke cidî bê kirin.”

Serokwezîr herwiha spasiyên xwe yên "taybet" pêşkêşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir ku di dema hilbijartinan de jîngeheke aram peyda kirine û got, "Em spasiya çavdêrên navneteweyî yên ku şahidê vê serketinê bûne, dikin. Ez spasiya hemû aliyên siyasî dikim ji bo beşdarbûna wan di vê hilbijartinê de û hevkariya wan ya di serkeftinê de."

Mesrûr Barzanî daxwaz kir ku ji bo berdewamiya aştî, aramî û yekrêziya Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de kabîneya 10 a Hikûmeta Herêma Kurdistanê were avakirin.