Serok Barzanî ji bo alîkariya Pêsmerge û pistevaniya Kurdistanê spasiya Kanadayê kir

08 March 2022 17:03 0 dîtin
Serok Barzanî ji bo alîkariya Pêsmerge û pistevaniya Kurdistanê spasiya Kanadayê kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 8ê Adarê pêşwazî li Balyozê nû yê Kanada yê li Iraqê Gregory Galligan kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û astengiyên li pêş proseya siyasî ya Iraqê û pêngavên destûrî yên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin guftûgokirin.

Di civînê de, Balyozê Kanadayê tekezî li girîngiya pêgeha Herêma Kurdistanê di şerê DAIŞê de kir û ragihand; pêzanîna wî ji bo parastina pêkvejiyana olî û netewî li Herêma Kurdistanê heye û amadehiya welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên di warê aborî û zanistî û akademî de nîşan da.

Serok Barzanî spasiya rola Kanadayê di alîkariya Pêşmerge û piştevaniya gelê Kurdistanê di rojên teng de kir.

Herwiha di hevdîtinê de, bilindkirina pêgeha jinan li Kurdistanê û berfirehkirina beşdariya jinan di warên cuda ên civakên de jî hatin axaftin.