Serok Barzanî ji bo hilbijartinan daxwaza alîkariyê ji civaka navdewletî kir

01 April 2024 19:18 0 dîtin
Serok Barzanî ji bo hilbijartinan daxwaza alîkariyê ji civaka navdewletî kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro 1ê Nîsanê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Fransa yê Hewlêrê Yan Brem kir. Serok Barzanî di hevdîtinê de daxwaz ji civaka navdewletî kir, ji bo çavdêrî û misogerkirina hilbijartinan bi awayekî azad û rastîn, ku di xizmeta rewatî û dengê rastîn ê gelê Kurdistanê de be, alîkar be.

Serok Barzanî derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de got, “PDK bi wê yekê re ye ku hilbijartin bi awayekî paqij û azad û bê destwerdan û dîzaynên pêşwext bi rê ve biçin û helwesta PDKê jî ji ber wê yekê bû ku plana şikandina îradeya xelkê Kurdistanê ser negire”.

Baregaha Barzanî daye xuyakirin, “Di wê hevdîtinê de her du aliyan ronahî berda ser mijara hilbijartinên Perlemana Herêma Kurdistanê û helwest û têbîniyên PDKyê li ser hilbijartinan. Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê zêdebarî amajedana bi girîngiya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê ragihand ku, welatê wî bi wê yekê re ye ku Herêma Kurdistanê bihêz û seqamgir be û alozî û nîgeraniyên navbera aliyên wê yên siyasî bên çareserkirin”.

Konsulê Giştî yê Fransayê amadebûna welatê xwe nehiştina qeyranên siyasî û çareserkirina arîşeyan navbera Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê re nîşan da.

Serok Barzanî pesna rolê Fransayê da ku piştevana doza gelê Kurdistanê bûye û pêwendiya navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransayê wekî pêwendiyeke dîrokî û bêhempa wesifand.

Serok Barzanî tekez kir ku PDK damezrînera rewatî û hilbijartinên Herêma Kurdistanê bû, ev du sal bûn PDKê hemî bizav kirin ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin lê rê li kirina hilbijartinan hat girtin û bi awayekî eşkere bi biryara Dadgeha Federalî ya destên derve tê de ne, rê li ber hilbijartinên paqij û zelal hatiye birîn.

Serok Barzanî got, “Bêparkirina pêkhateyên neteweyî û olî ji hilbijartinan, bêparkirina bi sedan hezar dengderan ji dengdanê, bêparkirina Helebceyê ji hejmara rastîn a kursiyan û sepandina planên nedurist di hilbijartinan de wisa dike ku hilbijartin nûnerîtiya dengên rastîn ên xelkê Kurdistanê nekin”.

Serok Barzanî eşkere kir, “PDK bi wê yekê re ye ku hilbijartin bi awayekî paqij û azad û bê destwerdan û dîzaynên pêşwext bi rê ve biçin û helwesta PDKê jî ji ber wê yekê bû ku plana şikandina îradeya xelkê Kurdistanê serî negire”.

Serok Barzanî destnîşan kir, divê hemî kêmasiyên teknîkî û binpêkirinên destûrî û qanûnî bên çareserkirin û îrade û dengê rastîn ê gelê Kurdistanê li dûrî plan û encamên pêşwext ser bigire.

Herwiha Serok Barzanî daxwaz ji Civaka Navdewletî kir, ji bo çavdêrî û misogerkirina hilbijartinan bi awayekî azad û rastîn, ku di xizmeta rewatî û dengê rastîn ê gelê Kurdistanê de be, alîkar be.