Serok Barzanî li gel sandeya ENKSyê civiya
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro sêşemê (21.01.2024) li Selahedînê, li gel şandeya serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) civiya.
Li gorî daxuyaniya baregeha sereke ya Barzanî, di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlehî ya Rojavayê Kurdistanê, encamên diyalog û hemahengiya di navbera aliyên kurdên Rojavayê Kurdistanê de û her weha serdana Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ya bo Serok Barzanî hatiye gotûbêjkirin.
Di vê hevdîtinê de Serok Barzanî tekezî li ser girîngiya yekrêzî û hemahengî û karê hevbeş di navbera aliyên Kurdistanî de li Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin