Serok Barzanî li Sêxanê bi çînên cuda yên civakê re civiya: Divê hemû alî ji bo hesta nistimanperweriyê hevkar bin
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 23yê Tebaxê di çarçoveya serdana xwe ya devera Badînan de, serdana qezaya Şêxanê kir û bi çînên cuda yên civakê re civiya.
Baregeha Barzanî ragihand di civînê de Serok Barzanî armanca serdana xwe ya deverê eşkere kir û ji bilî balkişandina li ser pêdagiriya xelkê navçeyê bi çanda pêkvejiyanê daxwaz kir ku rê nedin hîç kesek û aliyekî biyanî û namo û lader wê çanda dewlemend têk bidin.
Serok Barzanî di civînê de bal kişand li ser rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û peywendiyên Herêma Kurdistanê û ragihand ku hemû hewlek didin ku rewşa navxwe bê çareser kirin û hemû aliyek li ser stratejiyekî neteweyî û niştimanî rêk bikevin. Eve jî xisterû ku hikûmeta nû ya Iraqî li ser bingeha rêkeftinekî giştî û berçavgirtina şeraket û tewazun û tewafuq hatiye damezrandin lê belê mixabin ew bingeh hatin piştgûh xistin. Piştî serdana şanda bilinda PDK ya ji bo Bexdayê ew çaverêyî heye girift bêne çareserkirin.
Serok Barzanî behsa ewe kir ku pêwîste Herêma Kurdistanê xwe bi pişt bi şiyan û çavkaniyên xwe bibestê û ji bo vê mebestê jî Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bername û planên baş encam dane û derencamên wê bi diyar dikevin.
Serok Barzanî behsa metirsî û astengiyan kir ku li ber gelê Kurdistanê hene û daxwaz jî kir, hemû alî bihevre hevkar bin ji bo kûrkirina hesta niştimanperweriyê û hişyarkirina xelkê ji bo rûbirûyê wan plananan bibin ku civak û ciwanên me kiriye armanc.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin