Serok Barzanî: Me xwest hilbijartin di wextê de bibe lê 2 sale partiyên din nahêlin hilbijartin bibe
PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Herêma Kurdistanê li Pîrmamê di qebûla balyoza Amerîkayê ya li Bexdayê Alina Romanowski de got ku PDK her wext terefdarê kirina hilbijaratina di wextê de ye lê partiyên din 2 sale nahêlin hilbijaretin çêbibe.
Serok Barzanî ragihand ku ji bo Kurdistanê qels bikin leystikên siyasî dileyîzin û di ser dezgeyekî li dijî qanûn de ji bo hilbijartinê zorê didin wan.
Di civînê de li rewşa siyasî ya Iraqê û herêmê, hilbijartinên Kurdistanê û li ser şertên PDKê yên tevlîbûna hilbijartinan axifîne. Balyoza Amerîkayê Romanowski got ku ew tewrê PDKê yê endîşa li ser hilbijartinan û daxwazên wan birine ji bo Misyona Alîkariya Iraqê ya NY (UNAMI) û terefên siyasî yên Iraqê.
Romanowski, her weha got ku Amerîka dixwaze Herêma Kurdistanê xwurt be, bi îstîqrar be û ji bo bigihê çareseriyê, bi terefên din re diyaloga xwe dewam bike.
Serok Barzanî ji ber eleqa Amerîkayê û dostaniya Amerîkayê sipasiya Amerîkayê kir, got ku destekê dide hilbijartina ku di wextê de têkirin, partiyên din 2 sale nahêlin hilibjartin bibe û weha dewam kir:
“Niha jî bi desteka derve di rêya dezgeya ku li dijî hûqûqê û qanûnane, hebûna wê li dijî destûrêye, hilbijartina bi zorê didin ser pişta me. Ji sala 2014an û heya niha dixwazin rewşa Herêma Kurdistanê qels bikin, bi budçê nanê xelkê Kurd bibirin û leystikê siyasî dileyîzin.”
Serok Barzanî got ku ji bo xelkê biwestînin şerê birçîbûnê bi xelkê Kurdistanê re dikin û weha dewam kir:
“Hukumeta Iraqê wextekî dirêje ji bo herêma Kurdistanê qels bike, siyaseta îzolê dimeşîne, ji bo dewama van siyasetan Dadgeha Federal ji bo dewama vê siyasetê wekî alavekî û çekekî bikartîne.”
Serok Barzanî got ku PDK terefdarê hilbijartinekî zelal û ku temsîla xelkê Kurd bike ye. Beyana politburoya PDKê zelal û aşkeraye û weha dewam kir:
“PDK terefdarê hilbijartinê ye. Divê hilbijartin şeffaf, îrada xelkê Kurd temsîl bike, ji mudaxeleyên derve û kiryarên li hemberê qanûnan dûr be û xelk karibe ji bo berjewendiyên xwe biryaran bide. Eger tevlîbûna pêkhateyan nebe (civakên netewî-olî) nabe hilbijartin bibe. Bê nûnerên pêkhateyan parlemento çênabe.
Bi van re nêrînên PDKê yên teknîkî ji bo parên kursiyên li bajaran hene. Divê partiyên Iraqê di wexta avakirina koalisyona birêvebirina dewletê de, çi xalên peymanan hebin, divê bicîhbînin.
Pirsgirêka me ne tenê hilbijartine, birîna nan û mehaneyên xelkê Kurdistanê, êrîşên ser Kurdistanê û ji dostaniya xelkê Kurdistanê dûr, ji samîmiyetê dûr siyasetê dimeşînin.”
Barzanî got; eger dixwazin PDK tevlî hilbijartinan bibe bila hilbijartina bi edalet, zelal û demokratîk bikin û pêşniyarên PDKê bicîh bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin