Serok Barzanî Newroza hemû parçeyên Kurdistanê û Kurdên derveyî welat pîroz kir…

20 March 2022 16:24 0 dîtin
Serok Barzanî Newroza hemû parçeyên Kurdistanê û Kurdên derveyî welat pîroz kir…

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 20ê Adarê peyameke pîrozbahiyê ji bo  Cejna Newrozê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û welatiyên xweşdivî yên Kurdistanê yên li navxwe û derve û hemû perçeyên Kurdistanê kir.

Serok Barzanî got: “Bi helkefta hatina cejna Newroz û serê sala 2722 ya Kurdî germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê li navxwe û derve û hemû perçeyên Kurdistanê dikim û hêviya xweşî û kameraniyê ji bo wan dixwazim.”

Serok Barzanî herwiha hêviya xwe anî ziman ku ev cejn cihê xêr û aramî û bexteweriya hemû aliyan be û aştî û birayetî bi ser welatê me û navçeyê de werîne.