Serok Barzanî pêswazî li Nûnerê NY Mihemed Hesan kir
PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, îro 10ê Mijdarê li Pîrmamê pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê û Serokê Şandiya UNAMIyê Mihemed Hesan kir.
Baregeha Barzanî, derbarê hevdîtinê de ragihand, di civînê de pêşketin û guhertinên dawî yên herêmê û pêvajoya siyasî ya Iraqê û hilbijartinên Parlementoya Iraqê jî hatin goftûgokirin.
Hate diyarkirin ku herdu aliyan li ser girîngiya birêveçûna hilbijartinan di pêvajoyeka aram û demokratîk de li hev kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin