Serok Barzanî pêswazî li sanda Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir

12 December 2024 16:34 0 dîtin
Serok Barzanî pêswazî li sanda Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 12ê Kanûnê pêşwazî li Sekretariya Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di civînê de Serok Barzanî 72 saliya damezirandinê li Yekîtiya Jinên Kurdistanê pîroz kir û behsa rola jinan di şoreşa Îlonê û şoreşên din ên Kurdistanê û serxistina şoreşan de kir û destxweşî li xebatkarên nû yên Sekretariya Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

Serok Barzanî, piştevaniya xwe ji bo çalakiyên Sekretariya Yekîtiya Jinên Kurdistanê anî ziman.

Ji aliyê xwe ve Sekreteriya Yekîtiya Jinan spasiya Serok Barzanî kir, ji bo ew baweriya ku bi wan hatiye dayîn û soza kar û pêngavên baştir bo xizmetkirina Kurdistanê da.

Rola girîng a jinê di pêvajoyên demokratîk û civakê de, parastina malbatê û parastina nirxên biha, mijarên din ên hevdîtinê bûn.