Serok Barzanî pêswaziya ‘Mr.Kurd’ kir û pistevanî da Kurdên dîyasporayê
PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, îro 1ê Kanûnê pêşwazî li Berpirsê Nivîsgeha Peywendiyên Navdewletî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî Rehîm Reşîd ku li Amerîkayê wekî Mr.Kurd tê naskirin kir û piştgiriya xwe ji bo xebatên diyasporayê nîşan da.
Baregeha Barzanî ragihand, di hevdîtinê de behsa rola revenda Kurdistanî û pêwîstiya têkoşîna neteweyî ya li diyasporayê hat kirin. Serok Barzanî rola revenda Kurdistanî ji bo pêşxistina doza rewa ya gelê Kurd "girîng" binav kir.
Serok Barzanî tekezî li ser piştgirî û piştevaniya xwe ji bo serxistina hewldanên revenda Kurdistanî kir û got: "Ev projeyeke neteweyî û niştimanî ye ji bo hemû Kurdistaniyan."
Di beşeke din a hevdîtinê de, Rehîm Reşîd behsa kar û çalakiyên xwe yên li asta navdewletî kir ku ji bo doza rewa ya gelê Kurdistanê encam dane. Reşîd hûrgiliyên xebatên nivîsgeha peywendiyên navdewletî ya konfederasyonê pêşkêşî Serok Barzanî kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin