Serok Barzanî pêswaziya serokê Siyadatê kir

13 February 2025 14:43 0 dîtin
Serok Barzanî pêswaziya serokê Siyadatê kir

PeyamaKurd – Serok Barzanî îro Pêncşemê pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Siyadatê kir û di civînê de her du alî li ser rewşa siyasî û ewlekarî ya Iraq û herêmê axivîn.

Îro pênşemî (13.02.2025) navenda giştî ya Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand ku Serok Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwaziya kesayetiyê navdar ê Iraqê Xemîs El-Xencer kir.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin, “Di hevdîtinê de, li ser rewşa siyasî û ewlehî ya Iraq, herêmê û herwiha derbarê peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de gotûbêj hatin kirin.”