Serok Barzanî: Pesendbûna budçeya Iraqê hengaveke erênî û bi rêyeke dirust e

01 April 2021 12:00 0 dîtin
Serok Barzanî: Pesendbûna budçeya Iraqê hengaveke erênî û bi rêyeke dirust e

PeyamaKurd –  Derbarê pejirandina budçeya sala 2021ê ya Iraqê de, Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir.

Peyama Serok Mesûd Barzanî ya di malpera wî ya fermî de wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta pesendkirina budçeyê ji aliyê Encûmena Nûnerên Iraqê ve, destxweşiyê li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanî û Iraqî dikim. Herwiha spasî li şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û fraksiyonên Kurdistanî û fraksiyonên din ê di nava Encûmena Nûnerên Iraqê dikim ku bi ked û hîmet û pêdagiriyê ve karîn li gel hev du bigîhin encamê û beşa Herêma Kurdistanê jî li budçeya Iraqê da cîgîr bikin.

Pesendbûna budçeya Iraqê, hengaveke erênî û bi rêyeke dirust e û hêviya ew e dixwazin ku destpêkek bê ji bo bihêzkirina bingehên diyalogê û pêkvejiyana aştiyane û herwiha vegerandina bingehên şeraketa di navbera pêkhatên Iraqê.

Mesûd Barzanî
31.03.2021