Serok Barzanî: Rakirina ambargoya li ser balafirgehan, gaveke erênî ye.
Serok Barzanî li ser rakirina ambargoya li ser balafirgehan, ji hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek da û got ku rakirina ambargoya li ser balafirgehan, gaveke baş e û em ji vê memnûn in. Lêbelê pirsgirêkên di navbera Kurdistan û Iraqê de, ne tenê ambargoya li ser balafirgehan û butçe ye. Pirsgirêkên bingehîn; yên dîrokî, siyasî, aborî, zagonî û insanî ne.
Serokwezîrê Iraqê Haydar Abadî, duh ragihand ku qedexeyên li ser balafirgehên Kurdistanê wê di 15ê Adarê de werin rakirin.
Li ser vê biryarê, daxuyaniyek jî ji Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hat. Barzanî got ku ev biryara Iraqê, gaveke baş e û em hêvî dikin ku pirsên dî jî li gorî makezagonê, werin çareserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin