Serok Barzanî serdana Zaxoyê kir: Xelkê Zaxoyê hêjayî xizmetan in

01 November 2025 09:25 0 dîtin
Serok Barzanî serdana Zaxoyê kir: Xelkê Zaxoyê hêjayî xizmetan in

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî duh serdaneke giring pêk anî û li navçeya Zaxoyê li parêzgeha Dihokê, çend cihên dîrokî û nûkirî yên bajêr ziyaret kirin.

Li gorî Baregeha Barzanî, serdanên Serok Barzanî Bazara Kevin, Qişleya Zaxoyê ya dîrokî, û Korneyîşa Zaxoyê girtin nava xwe.

Serok Barzanî bi taybetî serdana Qişleya Zaxoyê ya Kevin kir, ku dîroka wê vedigere zêdetirî hezar salan. Baregehê da zanîn ku ev cih di dema rejîma berê de wek navendeke êşkencekirin û azarandina welatiyên sivîl dihat bikaranîn. Lê niha, bi hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, qişle bi şêwazeke kulturî hatiye nûjenkirin û veguheriye cihekî geştyarî ku rojane bi hezaran kes serdana wê dikin.

Di dema serdana xwe de, Serok Barzanî dilxweşiya xwe ji avedanî û bedewiya Zaxoyê re anî ziman û destnîşan kir: "Xelkê Zaxoyê hêjayî van xizmetan e ku ji bo wan hatine kirin."

Piştre Serok Barzanî çû Gundê Spî û ji wir dîmena giştî ya Zaxoyê ji bilindahiyê dît. Wî her wiha bi hejmarek welatiyan re ku ji bo geştê serdana bajêr kiribûn hevdîtin kir û bi wan re wêne kişand.