Serok Barzanî, Serokê Dêra Kildanî yê Iraqê pêswazî kir

23 July 2023 19:30 0 dîtin
Serok Barzanî, Serokê Dêra Kildanî yê Iraqê pêswazî kir

PeyamaKurd- Patriyark û Serokê Dêra Kildanî yê Iraq û Cîhanê Kardînal Luis Sako û şanda ligel wî, serdana Serok Mesûd Barzanî kir.

Di agahiyên ku ji aliye Ofîsa Serok Barzanî ve hatin ragihandin de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de Kardînal Luis Sako spasiya rêz û rûmetê kir ku li Herêma Kurdistanê ji bo hêma û kesayetiyên olên cûda cûda heye.

Hat diyarkirin ku şandê spasiya çanda pêkvejiyana Kurdistanê jî kir ku bûye sedema parastina pêkhatan û dîrok û çanda wan û destxweşiyê jî li Serok Barzanî kir ku bi hîkmet û rêberiya xwe, pêkvejiyan û aştî û jiyana hevbeş a pêkhatên cûr bi cûrên li Kurdistanê bi pêş xistiye.

Li gorî hat destnîşankirin, Kardînal Luis Sako di hevdîtinê de bal kişand li ser biryara vê dawiyê ya SeroKomarê Iraqê ya ji bo vekişandina mersûma Serokomariyê taybetî ya bi Dêra Kildanî û bi biryarekî nedirust û metirsîdar û da zanîn ku vê yekê pêkhatên Krîstiyan li dijî bingehên pêkvejiyan û aştiyane birîndar kiriye.

Hat zanîn ku Serok Barzanî bi xêrhatina şandê kir û bal kişand li ser wê yekê ku Kurdistan serzemînê pêkvejiyan û aştiyane ya di navbera hemû pêkhatên neteweyî û olî ye û şandek kesayetiyên Olî yên Krîstiyanan ragihand ku Kurdistan welatê we bi xwe ye û nabê bîr û hizra bi cihhiştina wê bikin, yan bi hev re bi serbilindî li ser vê axê dijîn yan jî bi hev re dimirîn.

Her wiha hat zanîn ku Serok Barzanî dilgiraniya xwe li beranber biryara SeroKomarê Iraqê ya ji bo vekişandina mersûma SeroKomariyê ya taybet bi Dêra Kildanî nîşan da û hêvî kir ku pêdaçûn bi biryarê bê kirin û bê rastkirin.

Di hevdîtinê de ji bo Serok Barzanî qala rewşa parêzgeha Nînowa û jiyan û guzeraniya Krîstiyanan û heger û metirsiyên wan ên ji siberojê jî hat kirin.