Serok Barzanî serokê parlementoya Iraqê Halbûsî qebûl kir

23 April 2019 01:14 0 dîtin
Serok Barzanî serokê parlementoya Iraqê Halbûsî qebûl kir

PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di wextê êvarê de serokê parlementoya Iraqê Muhammed Halbûsî û heyeta pêre qebûl kir. Di hevdîtinê de behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hat kirin. Bal hate kişandin ser nermahiya navbera her dû payîtextan ku bo çareseriya pirsgirêkan pêşdeçûnên baş hene.

Hat gotin ku divê ew kesên dixwazin têkiliyên navbera her dû aliyan xerab bikin bên astengkirin û hat beyankirin ku têkiliyên baş yên navbera Bexda û Hewlêrê bo îstîqrar, aramî û ewlekariya Iraqê zahf baş in.

Behsa dagera koçberên Mûsilê bo malên wan û tevlîbûna xelkê Mûsilê bo rêvebiriya bajarê wan, mijarên din yên hevdîtinê bûn.