Serok Barzanî: Têksikandina terorê divê bi hewla hemû aliyan be

16 February 2021 21:01 0 dîtin
Serok Barzanî: Têksikandina terorê divê bi hewla hemû aliyan be

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 16ê Sibatê li Selaheddîn pêşwaziya Balyozê Danîmarkê yê li Iraqê Stig Paolo Piras kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Danîmarkê yê li Iraqê dilgiraniya xwe bi êrîşa moşekî ya şeva derbasbûyî ya li ser bajarê Hewlêrê nîşan da û pêzanînên xwe jî ji bo wê aramî û pêşketinê hebû ku li salên derbasbûyî û niha li Herêma Kurdistanê pêk hatiye.

Balyozê Danîmark li Iraqê ev jî xiste rû ku welatê wan hevbeşê Hevpeymaniya Navdewletiya dijî terorê û beşdar bûye li meşq û rahênana bi hêzên Iraqî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê. Tekez jî li wê yekê kir ku pêwîste kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal bi rêya aştî û diyalogê bê çareser kirin.

Di vê civînê de derbarê gefên terorê de Serok Barzanî ragihand, “Têkşikandina terorê hewleke hemû aliyan e û fireh rehendî jê re pêwîst e. Raste niha DAIŞ li rûyê serbazî ve hatiye şikandin lê belê ew sedemên ku bûne hokara serhildan û bihêzbûna terorê wekî xwe mane.”

Di derbarê kêşeyên di navbera Herêm û Hikûmeta Federal de Serok Barzanî destnîşan kir ku pêwîste ew kêşe bi rêya diyalogê û di çarçoveya destûrê da bêne çareser kirin. Bi bicihkirina destûra Iraqê aramî pêk tê û dibe sedema wê yekê pêkhatên Iraqê bi hevbeşî li gel hevdû bijîn.

Rewşa siyaî iya navçeyê û Iraqê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê mijarên din ê vê civînê bûn.