Serok Barzanî û Balyozê Brîtanyayê behsa Iraqê kirin

30 May 2018 20:37 0 dîtin
Serok Barzanî û Balyozê Brîtanyayê behsa Iraqê kirin

PeyamaKurd - Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraqê kir û di hevdîtinê de tekez li wê yekê kir ku ya ji bo Kurdistanê girîng e bingehên şeraketa rasteqîne ye di pêvajoya dirustbûna biryar û lihevkirina desthilata qanûnsazî û tewazuna di beşa aborî, emnî, serbazî û siyasî ya welat de.

Li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li John Wîlks Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Brîtanya li Iraqê tekez li ser berfirehtirkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê xwe de kir û herwiha bi navê aramiya emnî û rêgirtina ji serhildana terorê daxwaz kir ku hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hevpeymanan berdewam be.

Her di vê civînê de ronahî xistin ser rewşa siyasî ya Iraqê berî li hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê û di barê qonaxa piştî hilbijartinan û asoyên pêkanîna hikûmet û rola bandora Herêma Kurdistanê di proseya siyasiya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Di barê proseya siyasiya Iraqê ya piştî hilbijartinan û danustandinên pêkanîna hikûmetê de, Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku ya li cem Herêma Kurdistanê ve girîng e bingehên şeraketa rasteqîne ye li proseya dirustbûna biryar û tewafuqa li desthilata yasadanan û tewazuna li kerta aborî û emnî û serbazî û siyasî ya welat û her wiha danîna mekanîzma bandor ya mîsoger kirina wan sê bingehên serekiye li proseya siyasiya Iraqê de.

Herwiha Balyozê Brîtanya li Iraqê jî wê yekê xisterû ku welatê wan û civaka navdewletî palpiştê eweye ku destûr û danustandin bingeha proseya siyasî bi cûreyek ku aramiya emnî û aborî jî pêk bê.