Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî Sala Nû ya Hicrî pîroz kirin
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya hatina sala nû ya Hicrî (Koçî) peyemên pîrozbahiyê bo milismanan belav kirin.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya hatina sersala 1446`an a Koçî û yekê meha Muherremê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim û hêviya bexteweriyê ji hemû kesan re dixwazim.”
Serok Barzanî da zanîn: “Hêvîdar im ev boneya pîroz, bibe derfetek ji bo bihêzkirina çanda hevduqebûlkirinê û pêşxistina aştî, aramî û biratiyê li herêma me.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî di peyama xwe de got: “Bi boneya hatina sala nû ya Koçî 1446, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.”
Mesrûr Barzanî got: “Em ji Xwedayê mezin û dilovan daxwaz dikin ku sala nû ya Koçî bibe sala xêr, aramî, pêşketin û bextewariyê.”
Serokwezîr Barzanî diyar kir, “Sala nû ya Koçî li hemû misilmanan pîroz be û her dem di xweşiyê de bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin