Serok Barzanî û Sûdanî civiyan: Mijar neft û mûçe ne
PeyamaKurd - Serok Mesûs Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de bi Serokwezîrê Îraqê re civiya .
Hate ragihandin ku Serok Barzanî û Sûdanî wê di civînê de li ser mijarên bi pirsgirêk ên navbera Hewlêr û Bexdayê de danûstandinan bikin.
Piştî ku Serok Mesûd Barzanî berî nîvroya îro, li gel şandeya bala ya Herêma Kurdistanê gihişt Frokexaneya Navneteweyî ya Bexdayê, ji wê derê derbazî Koşka Serokwezîriyê û bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.
K24ê ragihand ku di civînêe de Serok Barzanî û Sûdanî, li ser çareserkirina pirsgirêkên helawîstî yên navbera Hewlêr û Bexdayê, pirsa mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, darêtina pirojeyasaya neft û gazê, henardekirina nefta Herêma Kurdistanê, damezrandina Civata Federalî û çend pirsgirêkên din wê danîstandinan bikin.
Biryar e piştî civîna bi Serokwezîrê Îraqê re, Serok Barzanî bi serkirdeyên siyasî yên Hevpeymaniya Îdareya Dewletê re, ku pêkînera hikûmeta niha Îraqê ye, bicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin