Serok Barzanî û Sûdanî li ser rewsa Kerkûkê axivîn: ‘Divê yasa bên bicihkirin’

03 September 2023 10:34 0 dîtin
Serok Barzanî û Sûdanî li ser rewsa Kerkûkê axivîn: ‘Divê yasa bên bicihkirin’

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî bûyerên doh 2yê Îlonê û şehîdkirina ciwanên Kurd di xwêpaşandanên Kerkûkê de, Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêwendiyeke telefonî pêk anîn.

Hat zanîn ku di pêwendiyê de, pêşhatên dawî yên rewşa ewlekariya Kerkûkê û aramkirina rewşê hate gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriya Iraqê, Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mihemed Şiya tekezî li ser pêwîstiya bihêzkirina hewlên ji bo rêgirtina li têkdana asayîş û aramiya Kerkûkê kirin.

Herwhia tekezî li ser pêwîstiya bicihkirina yasayê dan ku aramî û jiyana asayî ya xelkê parêzgehê berdewam bike.

Piştî fişar û nerazîbûna Kurdan rêya Kerkûk-Hewlêrê vebû

Polîsê Kerkûkê: 3 ciwanên Kurd di xwepêşandanan de şehîd bûn, 9 jî birîndar bûn