Serokê CHPê: Demokrasiya Tirkiyê ji ya hin welatên Ewropî bipêstir e

05 March 2025 17:35 0 dîtin
Serokê CHPê: Demokrasiya Tirkiyê ji ya hin welatên Ewropî bipêstir e

PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel, îro 5ê Adarê li Brukselê Sanchez Amor bi Raportorê Tirkiye yê Parlamentoya Ewropayê civiya.

Serokê CHPê ku li ser vexwendina Koma Sosyalîst û Demokratan a Parlamentoya Ewropayê serdana Brûkselê kir, ligel Koma Sosyalîst û Demokratan a Parlamentoya Ewropayê û Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê yê Raportorê Tirkiyeyê Sanchez Amor civiya.

Ozel diyar kir ku têkoşîna wan û ya Yekîtiya Ewropayê hevdu digire û wek partî baweriya wan bi demokrasî, hiqûq û aramiyê heye.

Serokê CHPê got: “Bingeha ku hiqûqê li ser piya dihêle çanda demokrasiyê ye. Çanda demokrasiyê ya Tirkiyeyê ji çend welatên ku nû bûne endamên Yekîtiya Ewropayê bipêşdetir e. Em nehiqûqî û tacîzên darizandinê yên li welatê xwe ji nêzîk ve dişopînin û em ji vê pêvajoyê nerazî ne.”