Serokê CIAyê Burns: Îhtîmal heye li Xezzayê agirbes bibe
PeyamaKurd – Serokê îstîxbarata Amerîkayê yê CIAyê Willian Burns di meclisa nûneran ya Amerîkayê de ragihand ku hêj îhtîmal heye li Xezzayê agirbesekî bibe û dewam kir:
"Pêvajoyekî zahmete. Kes nikare serkeftinê garantî bike. Di meha Remezanê de jî şerê li Xezzayê dewam dike. Xebatên ji bo agirbesê yên navbeynkaran Amerîka, Qatar û Misrê bi Hamas û Îsraîlê re dewam dike.
Ez dibêjim hêj îhtîmala peymanê heye. Em xebata xwe bi muxatabên xwe yên Îsraîl, Qatar û Misrê re dewam dikin.”
Berdevkê wezareta karên derve yê Qatarê Macid el-Ensari, li Dohayê civîna çapemeniyê li dar xist û got:
“Hevdîtinên ji bo agirbesa navbera Îsraîlê û Hamasê dewam dikin. Em nêzî îmzekirina peymanekî nînin lê em hêviya xwe diparêzin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin