Serokê Herêmê bi parêzgar û rêveberiya Silêmaniyê re civiya

24 September 2024 15:34 0 dîtin
Serokê Herêmê bi parêzgar û rêveberiya Silêmaniyê re civiya

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di serdana xwe ya parêzgeha Silêmaniyê de bi Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir û hin berpirsên rêveberiya parêzgehê re civiya.

Di civîna ku bi taybetî rewşa karûbarên rêveberî û xizmetguzariya parêzgehê û bi giştî jî amadekariyên hilbijartinên Parlamena Kurdistanê û destpêkirina kampanyaya hilbijartinan hate gotûbêjkirin de herwiha qala pêwîstiyên çend projeyan li parêzgehê jî hate kirin.

Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser serkeftina hilbijartinan û pêvajoya dengdanê kir û destnîşan kir ku pêwîst e li Silêmanî û tevahiya Herêma Kurdistanê kampanyayeke şaristanî ya hilbijartinan bê kirin.

Nêçîrvan Barzanî di civînê de piştgiriya xwe ya ji bo rêveberiya parêzgeha Silêmaniyê nîşan da û soza pêkanîna hin daxwazên rêveberiya Silêmaniyê da.

Di civînê de her wiha, çawaniya pêşxistina sektorên cuda yên li parêzgeha Silêmaniyê, hewla çareserkirina pirsgirêka Firokexaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê û çend mijarên din yên girêdayî karûbarên parêzgehê jî hatin gotûbêjkirin û ji bo çareserkirina van mijaran nêrîn hatin pêşkêşkirin.