Serokê Herêma Kurdistanê besdarî Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê dibe
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandin ku wê Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya forumê de bi gelek serkirde û rayedarên payebilind ên welatên cuda re civînan pêk bîne.
Serokatiyê da zanîn ku wê Nêçîrvan Barzanî bi beşdarên forum re hejmarek hevdîtin pêk bîne û wê pêwendiyên welatan û Herêma Kurdistanê û rewşa navçeyê bi giştî gotûbêj bike.
Tê çaverêkirin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya bernameya xwe ya forumê de sibê gotarekê pêşkêş bike.
Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê
Wê 19 serok, 73 wezîr û 57 nûnerên ji gellek welatan beşdarî 3yemîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê (ADF) ku îro dest pê dike û heta 3yê Adarê bidome bibin.
Di foruma ku wê 52 panêl bêne lidarxistin de ji bilî pirsgirêk û qeyranên cîhanî, wê gelek mijarên wek guherîna keşûhewayê, koçberî, dijberiya Îslamê, şerê bazirganî û hişê çêkirî bêne gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin