Serokê Herêma Kurdistanê ji ber wefata Reîsî sersaxiyê li Îranê kir

20 May 2024 12:02 0 dîtin
Serokê Herêma Kurdistanê ji ber wefata Reîsî sersaxiyê li Îranê kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber mirina Serokkomarê Îranê Îbraîm Reîsî û Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan peyameke sersaxiyê weşand.

Serokê Herêma Kurdistanê, di peyama xwe de got: “Piştrastbûna wefata rehmetî Îbrahîm Reîsî, Husên Emîr Abdulahiyan û yawerên wan em pir xemgîn kirin. Em di vê dema dijwar de hevxem û hevsozên Rêberê Komara Îslamî Elî Xamaneyî û gelê Îranê yê dost û cîran û malbatên wan ên birêz in û em ji Xwedayê mezin hêvî dikin ku wan bi mîhrebaniya xwe şad bike û aramiyê bide wan.”

Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de ragihand ku wefata Reîsî ji bo gelê Îranê xemeke mezin e û got: “Wefata rehmetî Serok Reîsî xem, azar û ziyaneke mezin e ji bo Komara Îslamî û gelê Îranê yê Misilman û dostên wî, lê belê em piştarst in ku wê gelê hêja yê Îranê û Komara Îslamî vê dijwariyê derbaz bikin.”

Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev doh li ser sînorê Îranê û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî vekirina bendavekê kirin. Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû.

Piştî lêgerîna bi deh demjimêran hate ragihandin ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî di encama qezayê de canê xwe ji dest dane.