Serokê Lijneya Destpakiya Iraqê: Em nikarin pirsgirêka gendeliyê çareser bikin

28 January 2025 17:38 0 dîtin
Serokê Lijneya Destpakiya Iraqê: Em nikarin pirsgirêka gendeliyê çareser bikin

PeyamaKurd - Serokê Lijneya Desteya Destpakiyê li Parlamentoya Iraqê Ziyad Cenabî rexneyên tund li deshilatdarên Iraqê girtin û ew bi gendeliyê tawanbar kirin.

Cenabî di bernameya El Miqarebe ya televizyona Dijle de li ser pirsa, “Di nav xelkê de dibêjin, hûn tenê ji bo fermanberên biçûk û yên bê desthilat hene û bi wan dikarin. Gendelkarên mezin û desthilatdaran nikarin? diyar kir, “Ez eşkere bibêjim, belê ew raste û ew rastiyeke teqezî ye.”

Cenabî got: ‘’Em karên xwe berdewam dikin, her ji destpêkê ku me ew lijne wergirt, li gel Serokwezîr û Encûmena dadwerî em civiyan. Lijneya me di nav Wezaret û saziyên lijneyên beşan heye, lê em eger bibêjin me gendelî nehişt rast nîne, nexêr em nikarin bi temamî wê pirsgirêkê çareser bikin.’’

Ziyad Cenabî da zanîn, eger tê xwestin bi rast û dirustî kar bikî divê ‘’Bi dozerêkê’’ ji sedî 50yê desthilatdaran ji karê siyasetê dûr bixî û ragihand:”Di vê heyamê de li gel Wezareta Pêwendiyan em civiyan. Di civînê de wezîr ji me re got, ez dixwazim behsa kompanyayekê ji bo we bikim û alîkariya min bikin. Tenê wê kompanyayê salane 500 bo 600 milyar dînar destkefta wê heye. Piştre ji bo me eşkere bû ku ew kompanya li nav bajarê Bexdayê kar dike û hemû rê jî têk dane, tenê ji bo ku ew qezenc bike.”