Serokê meclisa Îranê Galibaf seredana Lübnanê kir
PeyamaKurd – Serokê Meclisa Îranê Muhammed Baqir Galibaf, bi balafira ku ew dajot çû seredana Lubnanê û li ciyê ku di êrîşa Îsraîlê de xerab bûne geriya. Galibaf, got ku wê di avakirina Lubnanê de ciyê xwe bigrin û bang kir ku korîdora alîkariya mirovî vekin. Muhammed Baqir Galibaf got:
“Ew kesên ku ji ber êrîşa Îsraîlê ji ser ciyên xwe derketine, eger hukumeta Lubnanê koridora hewayî veke, em dikarin di wexteka kurt de alîkariyê bigihînin.”
Gulibaf her weha li Lubnanê bi serokwezîrê Lubnanê bi Necib Mikati re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de ragihand ku Îran bi dewleta Lubnanê, xelkê Lubnanê û bi Fîlîstîniyan re ye.
Gulibaf, li ser daweta serokê meclisa Lubnanê ya Nebih Berri çû Lubnanê.
Galibaf, wê ji Lubnanê here civîna Cenevrê ya rêxistina navbera parlementoyên dinyayê (IPU).

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin