Serok Mirziyoyev di hilbijartinên Ozbekistanê de bi ser ket

10 July 2023 13:14 0 dîtin
Serok Mirziyoyev di hilbijartinên Ozbekistanê de bi ser ket

PeyamaKurd Li gor encamên destpêkê yên hilbijartina pêşwext a serokomariyê ku li Ozbekistanê hat kirin, Şevket Mîrziyoyev ku dîsa ji Partiya Lîberal Demokrat hat namzedkirin, ji sedî 87,05ê dengan wergirt û ji bo 7 salan careke din wek serokomar hat hilbijartin.

Di hilbijartinê de 4 namzedên ku ji aliyê 5 partiyên siyasî ve li Meclisa Zagonsaz, baskê jêrîn ê meclîsê hatine temsîlkirin, ketin pêşbaziyê.

Serokê Komisyona Hilbijartinê ya Navendî Zeyniddîn Nîzamhocayev ragihand, Mîrziyoyev bi ji sedî 87,05ê dengan ji nû ve hat hilbijartin û got, namzedê Partiya Demokratîk a Gelan Ulughbek Înoyatov ji sedî 4,02, namzedê Partiya Ekolojiyê ya Ozbekistanê Abdusukur Hamzayev jî ji sedî 3,74ê Partiya Sosyal Demokrat e. Namzeta Roba Mahmudova ji sedî 4,43 ê dengan stend.

Nizamhocayev amaje bi wê yekê jî kir ku heta niha ti gilî li ser nerastiyên hilbijartinan nehatiye kirin.

Mîrziyoyev ku di hilbijartinên 2021an de ji sedî 80,1 dengan stendibû, du caran weke serokkomar hatibû hilbijartin.