Serokên Iraq û Azerbaycanê civiyan
PeyamaKurd – Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev li Bakûyê di çarçoveya Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) de civiyan.
Di hevdîtinê de têkiliyên di navbera her du welatan de hatin gotûbêjkirin.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokomariya Iraqê, di hevdîtina Reşîd û Aliyev da rewşa têkiliyên nêzîk ên herdu welatan hat nirxandin.
Reşîd bal kişand ser girîngiya berfirehkirina asoyên hevkariyê yên hevbeş li warên aborî, pîşesazî û veberhênanê.
Herwiha Reşîd diyar kir ku ew dixwazin di mijarên wekî tûrîzm, jîngeh û enerjiyê de bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên her du welatan bike.
Di civînê de ji bilî mijarên ku di COP 29 de bên nîqaşkirin, mijarên herêmî û cîhanî jî hatin nirxandin.
Her du serokan diyar kirin ku ew ê bixebitin ji bo bidawîkirina pevçûnan bi awayekî ku bingehên aştî û ewlehiya navneteweyî xurt bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin