Serokê Rûsyayê careke din hisyariya serê bi NATOyê re da
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Pûtîn careke din hişyarî da welatên rojava ku nehêlin Kîev moşekên dûravêj li dijî armancên li ser axa Rûsyayê bikar bîne.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn careke din hişyarî da dewletên rojava ku rê nedin Ukrayna ku çekên dûravêj li dijî welatê wî bi kar bîne.
Pûtîn li ser pirsa rojnamevanekî televîzyona dewletê ya Rûsyayê ya derbarê hişyariyên ku heta niha ji aliyê Rojava ve hatine dayîn de bersiv da û got, "Ji min re tiştek negotin, lê ez hêvî dikim ku guh bidin gotinên min." Rêberê Rûsyayê pêştir diyar kiribû ku eger Rojava rê bide Ukraynayê ku moşekên dûravêj li dijî Rûsyayê bi kar bîne, dibe ku şerekî rasterast di navbera wî welatî û NATOyê de derkeve.
Pûtîn di bersiva pirsa rojnamevan a derbarê moşekên dûravêj de got, "Leşkerên Ukrayna bi tena serê xwe nikarin van çekan bi kar bînin. Ji ber ku ji bo bikaranîna wan keşfa esmanî hewce dike, tenê pisporên welatên NATOyê dikarin vê bikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin