Serokê Sîxuriya Leskerî ya Îsraîlê Aharon Halîva dest ji kar berda
PeyamaKurd - Serokê Sîxuriya Leşkerî ya Îsraîlê Aharon Haliva dest ji erkê xwe berda. Haliva di nameya xwe ya dest ji karberdanê de diyar kir ku berpirsyariya bûyerên 7ê Cotmehê li ser xwe girtiye.
Haliva, bû yekemîn rayedarê payebilind ê Îsraîlî ku piştî hêrişa Hemasê ya li dijî Îsraîlê dest ji kar berda.
Artêşa Îsraîlê jî di derbarê mijarê da daxuyaniyek belav kir û wiha got: “Bi biryara Sererkaniyê û bi erêkirina Wezîrê Parastinê Artêşgeneral Aharon Haliva piştî tayînkirina cîgirê xwe, wê erkê xwe temam bike û ji Hêzên Çekdar ên Îsraîlê malnişîn bibe.”
Haliva di nameya dest ji karberdana xwe de got: “Me erkên ku wek Yekîneya Sîxuriyê ji me dihatin xwestin bi cih neanî” û banga avakirina komîteyeke fermî ya lêpirsînê kir ku “Di derbarê pêvajoyê de bi awayekî kûr û berfireh lêkolînan bike û hemû faktor û rewşên di derbarê mijarê de eşkere bike.”
Di hêrişa 7ê Cotmehê de, bi hezaran çekdarên Hemasê û komên alîgirên wê derbazî nav bendên teknolojîya bilind ên derdora Xezeyê bûn, hêzên Îsraîlî matmayî kirin, nêzîkî 1200 kes kuştin û 253 kes jî dîl girtin. Beşek ji van dîlan bi peymana agirbesta demkî di meha Mijdarê de hatin serbestberdan. Tê payîn ku hê jî 133 welatiyên Îsraîlî di destê Hemasê de dîl in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin