Serokê Sûriyê Ehmed Sera serdana Efrînê kir: ENKS û xelkê çi jê xwest?

16 February 2025 09:08 0 dîtin
Serokê Sûriyê Ehmed Sera serdana Efrînê kir: ENKS û xelkê çi jê xwest?

PeyamaKurd - Serokê Serdema Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera, serdana bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê kir û bi hejmarek welatiyên sivîl re civiya û rewşa jiyanê û geşedanên heyî gotûbêj kir.

Medya Sûriyê ragihandiye ku Ehmed Şera roja Şemiyê di çarçoveya gera xwe ya parêzgeha Heleb û Idlibê û kampên wê de, serdana bajarê Efrînê kir.

Hate diyarkirin ku Şera bi kesayetî û welatiyên Efrînê, nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS), çalakvan û hejmareke mezin a xelkê herêmê re civiya.

ENKSê daxwaza parastina sivîlan û vegerandina mafan kir

Xwecihiya Efrînê ya ENKSê da xuyakirin ku Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera serdana Efrînê kiriyle û bi hejmarek kesayetî û welatiyên Efrînê re civiyaye.

Serokê Xwecihiya Efrînê ya ENKSê Ehmed Hesen jî beşdarî civînê bûye û gotarek derbarê binpêkirin û neheqiyên ku li Efrînê têne kirin kir û daxwaza çareseriyên pêwîst û danîna sînorekê ji wan binpêkirinan re kiriye.

Xwecihiya Efrînê ragihand, Ehmed Hesen di gotara xwe de behsa binpêkirinên wek: Birîna dar û daristanan û serbestberdana girtiyên Kurd ên di zîndanên Efrîn, Mari, Ezaz û Hiwar Kilisê de kiriye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, Serokê Xwecihiya Efrînê ya ENKSê behsa kiryarên komên çekdaran ên wekî sepandina bacan li ser welatiyan, girtina koçberên Kurd ên ku vedigirin ser mal û milkên xwe kir û daxwaza dîtina çareseriyên pêwîst ji van kiryar û binpêkirinan re kir.

Herwiha ji Ehmed Şera hat xwestin ku hikûmeta nû desthilatdariya xwe berfirehtir bike, ta ku Efrîn ji rewşa hebûna komên çekdaran xilas bibe, da ku yasa, dadmendî û wekhevî pêk were.

Şera soza da welatiyan

Hate diyarkirin ku serdana Ehmed Şera ya Efrînê peyameke zelal e ji Kurdan re, bi taybetî ku ew yekem serdana wî ya navxweyî bo navçeyên Sûriyeyê ye bi taybetî yên kurdî.

Jêderekî din ji Efrînê gotiye: “Şera di serdana xwe ya Efrînê de komek soz dane xelkê, wek parastina sivîlan û nehiştina her êrîşekê li ser wan û herwiha vegerandina mal û milkên welatiyan.”

Hate gotin ku Serokê Sûriyê niyeta xwe ya avakirina odeyekê ji bo wergirtina giliyên welatiyan nîşan daye û soza dabînkirina dadmendiyê û vegerandina mafên xelkê daye.