Seroka Banka Navendê ya Tirkiyê Hafize Gaye Erkan dest ji karê xwe berda

03 February 2024 01:11 0 dîtin
Seroka Banka Navendê ya Tirkiyê Hafize Gaye Erkan dest ji karê xwe berda

PeyamaKurd – Seroka Banka Navendê ya Tirkiyê Hafize Gaye Erkan dest ji karê xwe yê serokatiya bankayê kişand. Erkan got:

“Tevî ew qas pêşdeçûnên baş û erênî, ji bo raya giştî aşkeraye ku li hemberê min ji bo rûmeta min daxînin kampanya tên kirin. Di vê pêvajoyê de ji bo malbata min, zaroka min ya ku hêj nebûye 1,5 salî, ji bandor li serê nebe, min ji serokkomarê me efûya xwe xwest û dev ji kar berda.”

Erkan, bi hukumeta nûh re bi taybetî bi wezîrê darayî Mehmet Şimşek re hatibû serê banka navendê (MB) û niha ji karê xwe dest kişand.