Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Tayip Erdogan daxwuyanî da

01 March 2024 22:47 0 dîtin
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Tayip Erdogan daxwuyanî da
PeyamaKurd – Foruma Diplomasiyê ya Antalya îro li navenda kongrê ya NESTê li Antalya destpêkir û sêyem forume ku tê lidarxistin. Ji Herêma Kurdistanê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi heyeta xwe ve tevlî formê dibe. Di çarçova formê de îro Nêçîrvan Barzanî bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan re hevdîtinekî pêkanî.

Di hevdîtinê de li ser rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê ya siyasî û ewlehiyê dan û sitendinan kirin. Her weha her dû teref bi taybetî li ser bazirganî û aboriya navbera Tirkiyê-Iraqê û Herêma Kurdistanê rawestiyan û xwestin di temamê sehayan de hevkariyê bikin û pêşde bibin.

Her dû alî li ser ewlehiya Kurdistanê û Iraqê, li ser mijara Xezzayê çareseriya di rêya dîplomasiyê de, tehdîda terorê û gelek mijarên din axifîn. Di axaftina her dû lîderan de wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan jî amade bû.