Serokatiya Herêma Kurdistanê banga vekirina rûpeleke nû li aliyên siyasî kir
PeyamaKurd - Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaza vekirina rûpeleke nû ji aliyên siyasî yên Kurdistanê kir.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dilşad Şahab ragihand: “Em bi navê Serokatiya Herêma Kurdistanê bang li hemû aliyan dikin ku rûpeleke nû vekin.”
Peyama Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser rûpela fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya Facebookê hate belavkirin û ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê hate xwestin ku ji bo yekgirtin û çareserkirina kêşeyan rûpeleke nû vekin.
Hêjayî gotinê ye, Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê roja 30yê Gulanê biryar da ku dirêjkirina temenê Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo sala pêncemîn, ne yasayî ye û gotibû, hemû biryarên Serokatiya Herêma Kurdistanê û parlamentoya Kurdistanê yên piştî bidawîbûna çar salên parlamentoyê derketine, pûç in.
Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed jî li ser vê biryarê daxwaz ji hemû alî û welatiyên Herêma Kurdistanê kiribû ku ji bo encamdana hilbijartinên paqij û dadperwerane bibin alîkar.
Herwiha PDKê bang li hikûmet û saziyên pêwendîdar kir ku ji bo serxistina vê proseyê, gavên pêwîst bavêjin ku ji bo PDKê ya girîng lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin