Serokatiya Herêma Kurdistanê bi peyamekê êrîsên li ser Erebistana Siûdiyê sermezar kir
PeyamaKurd – Serokatiya Herêma Kurdistanê, bi peyamekê êrîşên berdewam ên li ser deverên cuda yên Erebistana Siûdiyê şermezar kir û diyar kir: “Em hevsoziya xwe ya tevahî ligel serkirdayetî û gelê Siûdiyê radighînin.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê îro 26.03.2022ê li ser êrîşa ser depoyên Aramco ya petrolê ya li bajarê Cîdeyê ya Erebistanê daxuyaniyek belav kir û da zanîn: “Em wan êrîşan şermezar dikin ku roja Înê ax û saziyên girîng li Siûdiyê kirin armanc.”
Berdevkê artêşa Hûsiyan Yahya Sarî do eşkere kir, çekdarên wan bi mûşek û dronan êrişî depoyên Aramco yên li bajarê Cîdde yê rojavayê Erebistana Siûdî kirine.
Herî dawî Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê destnîşan kir: “Em hevsoziya xwe ya tam ligel serkirdayetî û gelê Siûdiyê radighînin li beramber wan dijminkariyên ku gelek caran dubare dibin û dibin gef li ser aramî û asayîşa navçeyê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin