Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaza civîneke berfireh ji aliyên siyasî kir

18 January 2021 15:36 0 dîtin
Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaza civîneke berfireh ji aliyên siyasî kir

PeyamaKurd - Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewcî Herîrî ragihand ku wan ji bo çareserkirina kêşeyên ligel Bexdayê daxwaza civîneke berfireh ji aliyên siyasî yên Kurdistanê kiriye.

Herîrî bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û serokê herêma Kurdistanê ji bo çareseriya kêşeyên Hewlêr û Bexdayê di tevgerê de ne û got, ti demeke diyar ji bo çûna şanda siyasî ya herêma Kurdistanê bo Bexdayê nehatiye diyarkirin.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewcî Herîrî, îro Duşemê bi daxuyaniyekê ragihand, pêwîste lihevtêgeheştin û lihevnêzîkbûn di navbera aliyên siyasî de hebe ji bo çareseriya pirsgirêkên digel Bexdayê û got: “Me li serokatiya herêma Kurdistanê daxwaz ji aliyên siyasî kiriye ji bo civîneke berfireh.”

Li ser çûna şandeke siyasî ya herêma Kurdistanê bo Bexdayê Herîrî da zanîn, ev yek ji wan biryaran bûye ku di civîna berfireh a aliyên siyasî de, lê ti demek bo çûna şanda siyasî ya herêma Kurdistanê bo Bexdayê diyar nîne. Her demeke ku aliyên siyasî amade bûn û dema wê diyar kirin, şanda siyasî jî dê biçe Bexdayê.”

Fewzî Herîrî li ser vexwendina serokê herêma Kurdistanê ji bo çend welatan jî got, hejmarek vexwendin hatine, lê navê wan welataneşkera nekir.