Serokatiya Herêma Kurdistanê, li ser îdiayên petrolê daxuyanî da

16 May 2023 15:00 0 dîtin
Serokatiya Herêma Kurdistanê, li ser îdiayên petrolê daxuyanî da

PeyamaKurd- Ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hat ragihandin ku tu daxwazên Serokwezîrê Iraqê yên di derbarê girêbestên petrolê yên Herêma Kurdistanê de nehatin redkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiva îdiayên hin çavkaniyên nûçeyan ên li ser girêbestên petrola Herêma Kurdistanê da.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat bibîrxistin ku hin çavkaniyên nûçeyan ji Iraq û Kurdistanê îdia kiribûn ku "Daxwaza Serokwezîrê Iraqê ya ji bo eşkerekirina hûrgiliyên girêbestên petrolê yên Herêma Kurdistanê hatin redkirin."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku nûçeyên navborî, bê bingeh û derew in û ji rastiyê dûr in û wiha hat gotin:

"Tu civîn û daxwazeke wiha tuneye û di girêbestên petrolê yên Herêma Kurdistanê de jî tu nezelaliyek tuneye.”