Serokê Amerîkayê bi Mîrê Qeterê Sêx Temîm re hevdîtin kir

13 November 2023 13:29 0 dîtin
Serokê Amerîkayê bi Mîrê Qeterê Sêx Temîm re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokê Amerîka Joe Biden di pêwendiyeke telefonî de ligel Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî li ser "pêdiviya parastina sivîlan û zêdekirina herikîna alîkariyên mirovî bo herêmê" li Xezzeyê gotûbêj kir.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Qesra Spî, Biden û Mîrê Qeterê Şêx Temîm di pêwendiya telefonî de rewşa Xezzeyê gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de ku "pêdiviya parastina sivîlên bêguneh li herêmê û zêdekirina herikîna alîkariyên mirovî yên bilez ji bo Xezzeyê" hatin gotûbêjkirin, Biden kêfxweşiya xwe ji "piştgiriya" Konseya Hevkariya Kendavê ji herêmê re nîşan da.

Biden hewldanên Mîrê Qeterê Şêx Temîm ji bo azadkirina dîlên di destê Hamasê de nirxand û her du rêber li hev kirin ku divê êsîr "bê dereng bên berdan."

Di hevdîtinê de Biden vîzyona xwe ya "dewleteke Filistînê ku Îsraîl û Filistînî li kêleka hev bi îstiqrar û rûmeta wekhev bijîn. Her du rêberan diyar kirin ku ew ê xebatên xwe yên ji bo dîtina ku Rojhilata Navîn aramtir, ewletir, dewlemendtir û bi îstiqrartir bike, bidomînin.