Serokê Amerîkayê serokatiya Lûtkeya Vîrusa Koronayê ya nû dike
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden di 76emîn civînên Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, ku hefteya bê destpê dike, serokatiya Lûtkeya Vîrusa Koronayê ya nû dike.
Berdevkê Koşka Spî Jen Psaki diyar kir: “Serok Biden di civînên Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, serokatiya Lûtkeya Vîrusa Koronayê ya nû dike ku di 22ê Îlonê de bi awayekî online birêve biçe.”
Jen Psaki di daxuyaniyê de destnîşan kiriye ku ev civîn bi mebesta berfirehkirina hewldanên têkoşîna dijî Koronayê ye û ji beşdaran tê xwestin ku li ser çar mijaran soz bidin.
Psaki da zanîn, ji nûnerên welatên beşdar dê were xwestin ku zêdetir derziya Koronayê bi kar bînin, encamdana testên vîrusa Koronayê, tedawiya nexweşan û kelûpelên xweparastinê zêdetir bikin û mekanîzmeke aborî ji bo parastina asayîşa tendirustiya berdewam û çavdêrîkirina vê proseyê derxin pêş.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin