Serokê baroyên 3 bajaran seredana Selahattin Demirtas kirin

16 September 2021 00:28 0 dîtin
Serokê baroyên 3 bajaran seredana Selahattin Demirtas kirin

PeyamaKurd – Serokê baroya bajarê Rihayê Velat İzol, yê baroya Mêrdînê İsmail Elik û serokê baroya Batmanê Erkan Şenses, ji bo destekê bidin serokê berê yê HDP ê Selahattin Demirtaş çûn zîndana bajarê Edirneyê ya tîpa F yê. Velat İzol ragihand ku ji bo destekê bidin Demirtaş seredana wî kirine. Li ser seredanê İzol ji bo Rûdawê gotiye:

“Seredaneka bê plan bû lê ji ber Dadgeha Mafê Mirovan ya Awrûpayê biryara beraeta Demirtaş dabû û biryar nehatibû bicîhanîn, me biryarê da wî ziyaret bikin. Em li ser siyaseta rojane û mijarên hûqûqî axifîn. Hevdîtina me 3 siet ajot. Tenduristiya wî baş bû û me dît ku bi hêviyeka baş li dahatûyê dinêre. Wê di nav çend rojan de di rêya HDP ê de firkên xwe ji bo raya giştî ragihîne.”

Demirtaş ji 4.11.2016 an de di zîndana Edirneyê ya tîpa F yê dimîne.