Serokê Bereya Astiyê rola Serok Barzanî bilind nirxand: Kurdistan mala germ a koçberan e

11 July 2021 09:27 0 dîtin
Serokê Bereya Astiyê rola Serok Barzanî bilind nirxand: Kurdistan mala germ a koçberan e

PeyamaKurd - Desteya Serokatiyê ya Bereya Aştî û Azadiyê ku Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî di nav de ye, daxuyaniyek derbarê hevdîtina Serokê Bereyê Ehmed El-Cerba bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re belav kir. Serokê Bereya Aştiyê di hevdîtinê de rola Serok Barzanî di krîza Sûriyê de û xwedîderketina li koçberan de bilind nirxand û got, 'Herêma Kurdistanê mala germik a koçberên Sûriyê ye bi hemû pêkhateyên wê ve.'

Desteya Serokatiyê ya Bereya Aştî û Azadiyê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 10ê Tîrmeha 2021ê pêşwazî li Serokê Bereya Aştî û Azadiyê Ehmed El-Cerba kiriye û hat gotin:

“Di hevdîtinê de dawî pêşhatên li Sûriye û navçeyê bi giştî, hewlên civaka navdewletî ji bo çareserkirina doza Sûriyê bi awayekî dadperwerane û li gor biryara navdewletî 2254 û pêwendiyên Bereyê û opozîsyonê hatin guftûgokirin.”

Desteya Serokatiyê ya Bereya Aştî û Azadiyê diyar kir: “Her du aliyan tekezî li ser girîngiya destpêşxeriya Bereyê ya girêdayî bi banga li (Siûdiye, Misr û Qeterê) kirin û ku ev her sê welat xwedî bandor û giraniyeke herêmî û navdewletî ne, ji bo bibe sîwaneke erebî û roleke mezintir di doza Sûriyê de bigire ber xwe û destpêşxer be.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Serokê Bereya Aştî û Azadiyê rola mezin a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serok Mesûd Barzanî bilind nirxand ku ew her dem li aliyê gelê Sûriyê bûne û Herêm di van salên krîzê de wek pişika herêma me, mala germik a koçberên Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê û piştevana wî ya siyasî û manewî bû.”