Serokê ENKSê û Hevserokê TEV-DEMê: Nêzîkbûneke bas çêbûye, em li hêviya Amerîka ne

12 May 2020 15:39 0 dîtin
Serokê ENKSê û Hevserokê TEV-DEMê: Nêzîkbûneke bas çêbûye, em li hêviya Amerîka ne

PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê danûstandinên rasterast di navbera ENKS û TEV-DEMê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera herdû aliyan de berdewam dikin.

Hevserokê TEV-DEMê li ser danûstandinên berdewam dibêje, niha nêzîkbûneke baş di navbera wan û ENKSê de çêbûye. Serokê ENKSê Siûd Mela jî diyar dike ku niha ew li hêviya Amerîkayê ne ku danûstandin bigihin encamê.

Serokê ENKSê Siûd Mela ji malpera KDP.infoyê re ragihandiye: “Amerîkî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê HSDê Mezlûm Kobanî hewl didin ji bo ku em û TEV-DEMê lihev bikin.”

Mela got: “Tenê me daxwazek ji PYDê kiriye ku endam û alîgirên me yên girtî azad bike ji bo ku bawerî di navbera me de bihêz bibe, lê bersiveke baş li cem wan tune bû û hiceta derdixin.”

Siûd Mela derbarê wan danûstandinan dibêje: “Erê danûstandin di navbera me de destpê kirine û Amerîka bi eşkere ji me herdû aliyan re gotiye, lihev bikin.”

Serokê ENKSê diyar kir: “Em ji aliyê xwe ve cidî ne û di rêkeftinên berê de ligel TEV-DEMê de jî em pêbend bûn, lê ew pêbend nedibûn. Niha jî lihevkirina me li ser wê yekê maye, ka Amerîkî çiqasî cidî ne li ser rêkeftina me û em li hêviya Amerîka ne.”

Hevserokê TEV-DEMê Xerîb Hiso jî daye xuyakirin: “Hewl û daxwaza yekîtiyê li cem me heye û em niha di qonaxa destpêka danûstandinan de ne.”

Hiso wiha pê de çû: “Em bi hêvî ne ku ev danûstandin bigihin armanca xwe û divê nêteke baş li cem me hebe û em herdû alî hest bi berpirsyariyê bikin, ji bo ku miletê me bigihê armanca xwe, lewma pêwîst e em bilez lihev bikin. Niha naxwazim her tiştê eşkere bikim, lê nêzîkbûneke baş di navbera me de çêbûye.”