Serokê Ermenistanê hilbijartina pêswext ragihand

17 November 2020 21:33 0 dîtin
Serokê Ermenistanê hilbijartina pêswext ragihand

PeyamaKurd – Piştî peymana agirbesta şerê Qerebaxê ku gelê Ermenistanê bertekên tund nîşanî rêveberiya Serokwezîr Nikol Paşînyan da û wezîrê derve jî îstifa kir, îro 17ê Mijdarê Serokomarê Ermenistanê Armen Sarkîsyan hilbijartinên pêşwext bo Ermenistanê ragihand.

Armen Sarkîsyan bi daxuyaniyekê ragihand, ji ber rewşa heyî û li gorî xwestekên civakê û ji bo parastina welat ji qeyrana rû daye, wê hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê bên kirin.

Sarkîsyan ji hikumeta Nîkol Paşînyan jî xwest ku nexşeyekê diyar bike ji bo dest bi proseyaı hilbijartinên pêşwext bikin.