Serokê Gistî yê Teknolojiyên Ragihandin û Agahiyê yê CHPyê ji wezîfeyê hat girtin

16 May 2023 11:32 0 dîtin
Serokê Gistî yê Teknolojiyên Ragihandin û Agahiyê yê CHPyê ji wezîfeyê hat girtin

PeyamaKurd Kemal Kiliçdaroglu Alîkarê Serokê Giştî yê Teknolojiyên Ragihandin û Agahiyê yê CHPê Onursal Adigüzel ji wezîfeyê girt.

Piştî hilbijartinên 14ê Gulanê, bi biryara Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdarogluyê namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Milletê, Alîkarê Serokê Giştî yê Teknolojiyên Ragihandin û Agahiyê yê CHPyê Onursal Adigüzel ji wezîfeyê hat girtin.

Piştî vê geşedanê Adigüzel li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wê dev ji karê xwe yê ku ji sala 2018an vir ve dixebitî berdaye.

"Ji ber raya giştî ya neyînî, tevî ku danê êvarê sîstemên me dixebitîn, ji bo ku zirarê nede pêvajoya hilbijartina Serokomarê me Birêz Kemal Kiliçdaroglu, ez ji sala 2018an vir ve dest ji karê xwe berdidim. Di hilbijartinê de tu pirsgirêkek teknîkî çênebû."