Serokê Herêma Kurdistanê bi sandeyeke leskerî ya Brîtanyayê re civiya
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi şandeyeke leşkerî ya Brîtanyayê re civiya.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi şandeke leşkerî ya Brîtanî bi serokatiya Şêwirmendê Leşkerî yê Brîtanyayê yê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê Marşal Sammy' Sampson re civiya.
Li gor zanyariyan, di civînê de Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Kurdistanê jî tê de beşdar bû, qala têkîliyên Brîtanyayê yên li gel Herêma Kurdistan û Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê, metirsiyên teror, liv û tevgerên DAIŞê, prosesa reformên nava hêzên Pêşmerge û têkîliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rêzdariya xwe ji bo Brîtanyayê ji ber hevkarîkirina Kurdistanê di şerê dijî terorê de diyar kir û tekezî li ser pêdiviya berdewamiya hevkariyên Brîtanya û dostên nava civaka cîhanî ji bo rûbirûbûna metirsiyên terorê û serxistina prosesa reformên nava hêzên Pêşmerge kir.
Di heman civînê de her du aliyan diyar kirin ku, lazim e aliyên siyasî bilihevkirin û rêkeftinê hewl ji bo derbaskirina qirîza siyasî û metirsiyên berdem prosesa siyasiya Iraqê bidin, hemfikir bûn û tekez jî li ser girîngiya yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdistanî kirin.
Rewşa navxweyî ya Kurdistanê, têkiliyên navbera Herêma Kurdistan û Iraqê û têkiliyên Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran û çend mijarên din yên cihê girîngiya hevbeş ji bo her du aliyan, mijarên din ên vê civînê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin