Serokê Hûsiyan pistî êrîsa berfireh a Amerîka û Brîtanyayê gefa bersivdanê xwar!

12 January 2024 12:49 0 dîtin
Serokê Hûsiyan pistî êrîsa berfireh a Amerîka û Brîtanyayê gefa bersivdanê xwar!

PeyamaKurd - Serokê Husiyên Yemenê Evdilmelîk Husî piştî êrîşên berfireh ên hêzên Amerîka û Brîtanyayê bi ser Yemenê de, gefa bersivdanê xwar.

Serokê Hûsiyên Yemenê Evdilmelîk Husî ji televîzyona "Al Masirah" ya Hûsiyên ku Îran piştevaniya wan dike re axivî û wê êrişên Amerîkayê bê bersiv nemînin.

Serokê Hûsiyan got: “Kî bixwaze êrîşî gelê me bike dikeve şerekî leşkerî yê ku dê berdêla wî bide. Bêhna me fireh e, ew hêza gelê me heye ku şerên mezin û demdirêj bike.”

Herwiha Evdilmelîk Husî, Brîtanya û Amerîka bi beşdarîkirina nav şer a welatên din tohmetbar kir û ji welatên Asya û Ewropayê xwest, bi ya Amerîkayê nekin.

Hêjayî gotinê ye, di êrîşa şevê din a bi balafir, fuzeyên Tomhawk û keştiyên şer de, zêdetirî 12 herêmên Yemenê bi tundî hatin bombebaran kirin ku ev wek bersiva êrîşên Hûsîyan yên ser keştiyên bazirganî li Derya Sor encam da.

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku hêzên welatên Awustralya, Behreyn, Kanada û Holandayê jî di van êrîşan de piştgirî dane Brîtanya û Amerîkayê.