Serokê Îmaratan Al Nahyan serokê konseya Awrûpayê Charles Michel qebûl kir

08 September 2022 22:36 0 dîtin
Serokê Îmaratan Al Nahyan serokê konseya Awrûpayê Charles Michel qebûl kir

PeyamaKurd – Serokê Konseya Yekîtiya Awrûpayê Charles Michel , li Abu Dabiyê bi serokê Îmaratan bi Şêx Muhammed Bin Zayid Al Nahyan re hevdîtinekî kir. Li gor ajansa fermî ya Îmaratan WAM ê; hevdîtin li qesra El Weten çêbû û di hevdîtinê de li ser hevkariyên di navbera Îmaratan û welatên Yekîtiya Awrûpayê û li ser çawaniya pêşdebirina têkiliyan rawestiyane.

Di hevdîtinê de li ser mijarên herêmê û pêşdeçûnên navdewletî axifîne û ji ber ku di sala bê de, li Îmaratan dê Konferansa Terefan ya Guherîna Kêşûhewayê (COP 28) bê lidarxistin, li ser mijarê rawestiyane. Di çarçoveya konferansê de, li ser enerjiya dikare bê nûhkirin, tedbîrên li hemberê pirsgirêkên guherîna kêşûhewayê û xebata Îmaratan ya ji bo hedefên 2050 an mijara hevdîtinê bû.

Serokê konseya Yekîtiya Awrûpayê Michel do jî li Doha ya Qatarê bi emîrê Qatar Şêx Temîm bin Hamed Al Sanî re civiyabû.