Serokê Îstîxbarata Iraqê El Allak: Fermandarekî DAISê bi bertîlê reviya Dîlokê

19 November 2019 15:05 0 dîtin
Serokê Îstîxbarata Iraqê El Allak: Fermandarekî DAISê bi bertîlê reviya Dîlokê

PeyamaKurd - Serokê Îstîxbarata Iraqê Seid el Ellak ragihand ku, piştî ku rêvebirên DAIŞê ji Sûriyê reviyane Tirkiyê, dest bi amadekariya êrişên nû kirin. El Allak, “Piştî ku  rêveberên DAIŞê reviyane Tirkiyê dest bi amadekariya êrişên nû kirin. Me dosyeyan van kesan bi Tirkiyê re parve kirin.”

Seid El Allak ji CNN Internationalê re got hin rêveberên ku kasaya pereyan a DAIŞê bûn reviyan Tirkiye û amaje kir ku ew dest bi amadekariya êrişên nû dikin. Serokê Îstîxbarata Iraqî El Ellak da zanîn ku  ji bo rêlibergirtina felaketekekê pêwistî bi hewildanên navdewletî heye:

El Allak, “DAIŞî Kampan diterikînin û vedigerin welatên xwe û bi vê yekê re ji Ewropa, Asya û bakurê rojavayê Afrîkaya re dibin fişar û metirsiyeke mezin.”

‘DAIŞê hewil dide xwe ji nû ve birêxistin bike’

El Ellak di wê hevpeyvîna xwe de dide zanîn ku rêveberke payebilind ê DAIŞê ku jê re dibêjin ‘emîr’ bi rêya qaçaxî bertîlê reviya Dîlokê û ev tişt gotin, “DAIŞiyên ku niha li Tirkiyê ne ji bo ku xwe ji nû ve birêxistin bikin, hewil didin endamên nû qezenc bikin.”

Herweha El Allak dibêje wan dosyeyên bombeçêkerên DAIŞê yên wekî Abdullah Fethî û Huseyin Ferhan eş Cumali jî bi Enqerê re parvekirine.

‘Dê bibe karesateke mezin’

El Allak ê ku kêm caran hevpeyvînan dide dibêje, eger DAIŞ car din bikaribe xwe birêxistin bike û endamên nû li dora xwe bicivîne ev yek dê ji bo tevahiya dinyayê bibe ‘karesatek’.